Deme mirov li binghe axivtine kurdî bigerê, giringe piştgirtinê ji gelek hereme û çavkaniya bênê, û mirov çiqasi karibê kehnê axivtine Kurdî bi cidwe û zelal kirin bidê ji zimanê derdora xwe, wê bihtir diyalêktê zimanê me nêziki hav bibin, gelek rewşenbîrê delal wek CanKurd li nav ziman xebitîne û li ser gramere Kurdî kûr û fereh seknine, lê gelo mafê zimanê kurdî hatiye dan? mafeke bi karekî tenayî naê avakirin û serfirazkirin, akadimî jêre divin, bi taibetî zimanki wek yê Kurdî – “yê ku niha di rewşeke jihevketî de dijî…”- lê dîse ji herkeskî ku di vî warîde kar û çalakî kirine û dikin, serkftinê û dest xweşê jiware dixwazim,
Ez behwerim gotin jî wek hilbestê, çiqas nermtir û siviktir bê li ser ziman û li ber guh wê bêşkêştir bê, û wê cihê xwe bigrê di rêçe zimanê Kurdî de, bi taibetî ya kultûrî, ez dibêjim ya kultûrî, ji ber ez di wê behwerê deme, wê di rojê werê de zimank û nivîsandinke kultûrî derbikevê di nav milatê kurd de… û gerek derkevê…( wek zimanê Inglizî yan jî Erebî, li nav weqas diyalêkte zimank û nivîsandineke kultûrî çide heya), her wihe em dizanin ku nivîsandine kultûrî di zimanê Inglîzî û Erebî de hebû berî ku diyalêktê kûr û fereh derkevin, bi terse zimanê kurdî, nihe li cem me diyalêkt hene lê zimanekî rewşenbîrî giştî ( kultûrî) nîne, ji ber wilo jî gereke karekî gelek mezin jêre bê kirin, ez behwernakim diyalêktê ku di nav zimanê kurdî de wê nêzîkî hev bibin, her wihe wê bimênin li heremê xwe, û dinav milet de, û heger em dibînin nihe hereme Kurdistane başûr bi piranî diyalêkte Soranî kirne zimanê pêşkêş li heremê, ew şaşîtîke gelekî mezin bû, û wê estengê vê şaşîtiê bê xuyakirin di rojê werê de, ev ne çaraserîye û me naxê wê bir û behwerê de ku diyalêktek ji nav hemiya wê serdestê bistênê, wê Kurmancî bibê ya giştî li heremne ferhtir û gelektir bi kesê xwe, lê li ser seranserê Kurdistanê bi tevahî wê nayê amadekirin, ji ber gelek sedeme, hin civakî û hin heremî û kasayatî û role remiyarî wê di nav de bê laizandin, her wihe sedem gelekin..., ne deme, divê kurte gotnê de, ez wa sedeme şirove û zelal bikim.
Xweşe ku em karibin di nivîsandin û axivtine hevdû de bighêjin bê ku em ji hev bipirsin… Te çi got? Li min negre ez bi Soranî yan Kurmancî yan Zazakî nizanim, yan em bêjin ez di axivtine tede naghêjim, wek ku em dibînin gelek ji me di rêçe tilvizionê kurdî de naghêjin, u ji ber wilo jî pirin ê ku li tilvizionê din dimaizênin û guhdar dikin, wek nimûne axivtine gotaramin didê xuyakirin hereme ez jê, her wehe ez dixwazim bi zimankê kultûrî binvîsênim, ku her kurd li her deverê têde bighêjê, wek zimanê Inglîzî yan Erebî, lê di warê zimanê kurdî de bê goman kes nîne ku ez nikaribim bêjim ji nivîsandinê wî bê ew ji kîje herem yan bajarî ye, ez nabînim ev rêkeke rasta di warê nivîsandinê de… zimankî kultûrî ku derkevê wê bi rêk û gramer û gotnê xwe pir têrbê, bi taibet ez ne li ser alfebêye kurdî di axivim û rangê wê, em dizanin ku ev jî problêmke cideya, ne kêmtire ji problêmê di navbere diyalêktê kurdî de… rewşenbîr û kesên hete deme îro vê cidebûnê nabînin problêm, ew xwe bixwe dixapênin, lê belê ev problêmne mezinin, nihe û di rojê werê de wê bê xûyakirin ku ne kêmtire ji bindestiye dijmin, û her wihe dijmin bi xwe pir karkiriye ku va problêma kûrtir bikê, ji alîkî ve em dibin destê dijmindene, û ji alê dîve em dibin zordestiye paşketine zimanê xwe ê kultûrî dene, û tê neghiştine diyalêktê hevdû dene.
Wek ku birêz CanKurd li ser gotinekê sekinya û kiriye nimûne, gereke ev şirovekirin bibê kilîte kiftûgoyeke pir fereh û kûr li ser zimanê kurdî, lê di rêçike dî de ne rêçike ku nihe di pirsêdeye, pirsa ku dibêjin … kîje diyalêkt gereke bibê ye pêşkêş? axivtin li ser vê behweriê me nagihênê ti armanca, û wê gelek deriê nexweş li ber zimanvanê zimanê kurdî vekê, ez dibînim ku ev problêmke bê çaraseriya di vê riêve, amadekirne va estengîya û pêşkêşkirne pêwîst jêre ewa deme ku zimanvanê zimanê kurdî li ser ferhengeke giştî bixebitin, û bi taibetî li ser yekitiye gramere kurdî di nav hemû diyalêkte de, tê xwestin ji rewşenbîr ê ku li ser gramere kurdî dixebitin nêzîkbunekê bixne navbere gramere hemû diyalêkte de, gotin û sambile ji hemû hereme bicivênin.
Bi taibetî ev gotine ku kak CanKurd kiriye nimûne ( Hêstir, Hêsir) ez behwerim li pir hereme -hêsir- pêk tênin, ez dizanim piraniye hereme Qamişlo û heye Dêrke Hemko dibêjin hêsir û heremê li dore wana jî , her wihe nabê ku em bêjin ev ya raste, yan ye xweştire, ji alikîve çime wê gotineke tenê du wateya bidê , hêsir, rondik wê wateyakê bidê( ava ku ji ceva dibarê), û hêstir wê bi wetaye (Qantir) bê, gotinê wilo pirin di nav axivtine milet de, wek nimûne, ti dibêjê (dihatin xarê, û ez dibêjim dihatin xwarê) kije diriste? gotinê wilo her xwendevan wê têde bighêjê, wek ku li hereme Afrînê dibêjin (bînim, bîne) li nav Aşîtîye dibêjin (bênim, bêne), lê mixabin gelek gotin naine naskirin li heremê dî, gelek cara wateyane dî didin. pir cara min dîtîye gotin hatiye guhertin di navbere di gûndê direx hevde, tê bira min me henek li xortê gûndê dor xwe dikir û wajî wilo henkê xwe bi gotnê me dikirin, paivê me cide bûn… pirs Mihemmed Can (xakî) ji kije hermê ye?
Axivtine te diriste, pir kar ji zimanê Kurdî re divê... sipas bo vî karê giring û bo vî derî ê ku te û rewşenbîrên zimanê kurdî vekirne, û hertim vî derî divekin û li nav vê problêmê dixebitin, pir pêwiste rewşenbirê ziman bidin dû ve probleme bi xûrt bûn.
Demekî ez dibînim CanKurd li ser vê gotinê sekiniya, wek ku dixwazê bibêjê gotinê wilo pirin di zimanê Kurdî de, raste kolanke gelek fereh û kûr ji nivîsandin û gotinê kurdî re divê, û vê sedemê zordestîke nexweş li nivîskar û hilbestvana kiriye, yak ji wa zordestiya, tê neghiştine xwendevana ji nivîsandinê wana re, û bi taibetî tighiştine tevaya milatê kurd ji nivîsandinê hevdûre.
Dr.Mahmoud Abbas
USA