| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Şeqam û Zindan.. Ferîd Eseserd
[20:22 , 25 Jan 2010]

Ferîd Eseserd di gotara xwe ya îro ya di rojnameya Kurdistanî Nwê de wiha got: “Divê kurd vê yekê fêm bikin, Îmrali nikare tiştekî ji bo kurdan bike û yên ku dikarin azadiyê ji bo kurdan dabîn bikin, ew in ku li derveyî zindanê ne."

Ev jî teksta gotara Eseserd e:

Di dawiya îsal de, di demê de ku hêviyeke zêde ji wê yekê dihate kirin ku pirsa kurd li Tirkiyeyê bigihîje encameke dilxweşker, ji nişka ve bi qedexekirina DTP’ê ew hêvî nema û reşbînî bi ser rewşê de hat.

Bi dilniyayî qedexekirina DTP’ê ku ev pêncemîn partiya qedexekirî ya kurdan e li Tirkiyeyê, xizmeta aştiyê nake û dê bibe sedema bêhêvîtiya kurdan ji demokrasiya Tirkiyeyê. Lê belê di heman demê de girtina wê partiyê dawiya dîrokê nîne û her weku DTP’e ji bo xizmetkirina armancên niştîmanî hate avakirin, dikare partiyeke din hewlên DTP’ê berdewam bike.

Di demekê de ku sal ber bi dawiyê ve diçe, pêwîst e di sala nû de du rastî li ber çav bin. Ya yekemîn ew e ku yasayên Tirkiyeyê yên ku tên peyrewkirin, bi kêrî wê yekê nayên ku pirsa kurd bi dirûstî pê bê çareserkirin û li gor vê nêrînê pêwîstiya wan bi hilweşandin yan verastkirinê heye, lê heta dema ku derfeta hilweşandin yan verastkirina wan diafire, divê berpirsên kurd bi hişyariyeke temam, di çarçoveya wan yasayan de kar bikin û sudê ji wê piştguhxistina azadiyê werbigirin ku ew yasa wê pêk tînin. Biçûktirîn guman di wê yekê nîne ku karkirin di çarçoveya wan yasayan de karekî hêsan nîne.

Ezmûna girtina DTP’ê jî baştirîn belge ye, lê belê tevî vê yekê DTP’ê jî dikarî bi kêmek tehamûlkirin û bêhnfirehî, derfetên tewanbarbûnê neafirîne û karekî wiha bike ku neyarên wê nekarin sudê ji xeletiyên wê werbigirin û wê bixin teliyê. Ev yek bi wê wateyê jî tê ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) cihê DTP’ê bigire, hişyartir û bi sudwergirtin ji ezmûna DTP’ê kar bike.

Rastiyeke din ew e ku divê kurd vê yekê fêm bikin, Îmrali nikare tiştekî ji bo kurdan bike û yên ku dikarin azadiyê ji bo kurdan dabîn bikin, ew in ku li derveyî zindanê de ne. Yên ku di zîndanê de ne, azadiya xwe jî ji dest dane.

Tevgera siyasî ya kurd heta ku xwe ji girêdanbûnê bi Îmraliyê rizgar neke, nikare qet tiştekî bike. Hewldan bo diyarkirina rewta bûyeran ji zîndanê ve, hindî tê wateya helwldan ji bo bidestxistina serweriya taybet, nayê wateya bidestxistina pêwîstiyên tevgera niştîmanî û di heman demê de hindî ku tê wateya takrewiyê, hewqas yanê wateya dilsozî û xemxwariyê. Hemû serdemekê berpirsekê xwe hey. Vê serdem jî pêwîstî bi wan berpirsan nîne ku dixwazin ji zîndanê ve bûyeran çê bikin.

Di rewşa niha de pêwîstiya kurdên Tirkiyeyê bi tevgerekê heye ku îlhama xwe ji şeqamê werbigire, ne ku ji zîndanê. Vê yekê pêwîstî bi biryareke bi wêyekî heye, ji ber ku heta dema ku şeqam xwe ji zindanê qut neke, qet nikare xwe azad bike. Ew yasa jî bi vî awayî ye: şeqama azad tevgereke azad ava dike û şeqama serşor (milkeç) tevgereke serşor ava dike. Dubarekirina ezmûna DTPê tevî hemû hûrgiliyên wê, dikare bibe sedema paşdevegerîn, yan jî çeqîn di cihê xwe de û neavêtina tu gavekê bo pêş ve. Tevgera li cihê xwe çeqî jî, bi tekîdî tiştekî nikare bike.

Ferîd Eseserd

Endamê serkirdayetiya YNK’ê û berpirsê navenda lêkolînên stratejîk ya YNK’ê

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net