Di hemû salek de û di roja 8ê Adarê de, gotin û wişeya Jina ,kole, blindest, sitem lêkirî, Azad, ji aliyek ve jî, wişeya koştin, şewtan, doza rûmete û bi zordayîna mêr her li ser manşêt û rûpelên rojname, malper û kovarên herêmî û cîhanî de ne, lê mixabin, ta niha jî tu çareseriyak bicîkirî nehatiye pêkanîn ji bilî nivîs û gotinan tu piraktikek li berçav nîne.
Jin û azadiya wê herdem di rojeva cîhanê de ye, lê di rastiya wan çêrêkirin û anîna ser ziman de, tu pêşkeftin û berheviyên piraktîkî bi cî nekirine, ji ber ku, pirsgirêka azdiya jinê, bi esanî naye çareserkirin, pirsgirêkên bi wê girîgî û mezinayetî yê, tenê bi gotin û bi ivîsan û bi rexneyan nakeve warê çareseriya piraktîkî.
Weko em hemû dizanin ku 8 ê Adarê buye roja jinên navneteweyî û di wê rojê de bi milyonan manşêt û nivîs û daxuyanî tên weşandin û bi hezaran şûn û cih jib o li darxistina ahengên bîranîna we rojê tên pêkanîn, çi aliyên ramyarî, civakî sivîl, çandî û h.d.
Eger mirov van hemû kar xebaên ku jib o pîrozkirina wê rojê ((8ê Adarê)) tên kirin pir bi hûrî binirxînê, gelo dê çi xalên cuda derkevin hole…?
Bi rastî, di encam de, mirov tu cudayî û guhirtinek rasteqîne di wê warî de nabîne, ji ber ku di piraniya welatên cîhanî de, rêjeya binpêkirina mafên jinan, her diçe bilind ibe û rêzgirtin li jinan, tennê wek rêkleme bi kartên, lê di warî piraktîkî de, tu hewildan û pirojeyên ku xizmeta azadiya jinan bike nayên dîtin û nakevin warî piraktîzekirkirina rast û dirûst.
Her çiqas çêra pêşkeftin û mafperweriya jinan li welatên wek Emerîka û Ewrupayê dikin, lê hîn jî gelek kême û jin wek amêrek bi kar tê, bo nimûne jin dibe bi serok wezîr û dewlet, lê wê jina nikare bi awayekî rasteqîn xwedî li rastiya jinan derkeve, ji ber ku bi hevîrên mêr salarî hatin şêlandin û amedekirin.
Ew jinên ku dibin bi desthilat, wek Margirêt Tatçir, Endêra Gandî, Tanso Çîler, Benezîr Boto, Engêle Mîrkil, bi dîmen û heykel wek jinên azad û serbest, xwe didin nîşan kirin, lê di derbarê bi cîkirina pirojeyên pêşxistina azadî û bilindkirina asta rêzgirtina rijîmên di bin desthilatiya xwe de, li hemberî mafên jinan gelek lawaze, daku jin xwe di rêza wekheviyê digel mêran bibîne û bibe xwedana destpêşxerî û gotin û vîna azad, hîn pir maye û gelek dem pêwîste jib o wa derfeta zêrîn ku ji bo jinê pêk were.
Eger em werin ser rewşa jinê li Kurdistanê, dê gelek tiştên cur be cur derdikeve hole, çi ji aliyê koştin û şewandin ta sivikirin û hêriş kirin ser rûmeta jinê dirêî heye.
Bi taybet li başûrê Kurdistanê û li bajarê Batmanê li bakurê Kurdistan.
Li başûrê welêt, binpêkirina maên jinan her berdewame û ta niha jî ku hikumeta Kurdî û perlementoyek neteweyî jî heye, lê ta niha tu pêngavên cedi û li ber çav nehatine avêtên.
Di hijmara 12 an de, ya kovara wrvîn, hatiye weşandin ku Li gor amarêkî saziyeka Almanî ku li herêma Kurdistan ê û li parêzgeha Silêmaniyê pêkaniye, wisa encamên wê derdixîne hole ku ji koyê 1113 jin ku 2325 zarokên keçik hene, lê ji wan jî, rêjeyê 1373 kes hatine sinetkirin, ew tê wê wateyê ku rêjeya ku ên hatine sinetkirin gîştiye 59%.
Herweha, ji aliyek din ve, li bajarê batman li bakurê welêt, hijmara xwekuştin û xweşewtandina jinan bi rêjeyekî mezin pêktê û tu çareserî jî ji bo wê pirsgirêkê hîn jî nehatiye dîtin û roj bi roj dijwartir dibe û her berdewame.
Wek me bi gîştî anî bû sernivîs ku Azadî bi şêwe û heykelan nabe, lê azadî bi rêzgirtina rastî dibe û rêzgirtin jî ewe ku destpêşxerî ya jinê be û bi naverok û şêwea jî her jinek azad be, daku bikaribe civakê rizgar bike, eger jin rizgar nebe, civak jî rizgar nabe.
Lê pûwîste ew bazirganî û rêklemênbi jinê tên kirin dib û bi yek carî ji hole rabin û nemînin, daku jinek azad û xwedana vîna azad derkeve hole, ji ber ku azadî jin tenê ne bi cil û berge û ne bi derketina ji malane û bi tenê xwe be.
Azadiya jinê di hemû warên jiyanê de ye, dibe jin çi ji aliyên siyasî, civakî, hunerî, bergiriya rewa, her beşdar be û xwedana biryarê be.
Li gel silavan
Kurdistan- Silêmanî
8-3-2010