| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Hisên Abbas Dayika pepûk
[22:06 , 11 May 2009]

Here lêlê, here lêlê

Te dayikê, te kihêlê

Piştî kur û keçan, lêlê

Tu bû wek kundê li ser kêlê

Tu dikî gazî, kes his nakê

Tu dikî hewar, kes deng nakê!

 

Here lêlê, here lêlê

Te dayikê, te kihêlê

Çav kul in ji hêstira

Dil têşê ji xemhilgira

Çokşikestî tevî milan

Por sipî bû ji van kulan!

 

Here lêlê, here lêlê

Te dayikê, te kihêlê

Ji xwe re bihiş û çav in, lêlê

Ji te re kor û gêj in, lêlê

Tu dibê werin, me bibînin

Me ji vî halî zû derînin

 

Here lêlê, here lêlê

Te dayikê, te kihêlê

Piştî kur û keçan, lêlê

Tu bû wek kundê li ser kêlê !

 

 

Hisên Abbas

 

 

             Berlîn,07.12.1986

 

 

H.Garbi@web.de

 

 

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net