| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
DAXUYANIYA ENCAMDANA CIVÎNA BERFIREH A RÊKEFTINA DEMOKRATÎK A KURD Î SÛRÎ
[21:51 , 04 Jan 2010]

D

i navbera 7 û 8ê December'a 2009an de bi amadebûna hemû berpirsyarên RDKS'ê civîneke berfireh hat lidarxistin. Civînê bi dirêjahî rewşa siyasî ya niho li ser asta navnetewî û herêmî gotebêj kir û hîkariyên van rojevan li ser qada kurdistanî bi her çar parçeyên xwe gotebêj kir.

Civînê dît ku Herêma Kurdistana Îraqê girîngiyeke xwe ya taybet hem ji Kurdistanê re hem jî ji Îraqa Federal re heye. Hilbijartinên dawî jî li herêmê diyar kir çawa hewayên demokrasiyê baş bûn di encama danistandina lîderên Kurdistanî bi heşmendî di gel bûyerên ambliwans di qada navnetewî û herêmî de li gor berjewendiya gelê kurdistanê. Her wiha jî civînê metirsiyên xwe ji bizavên hindek hêzên şovînist diyar kir ji tiştên têne pêjandin di koşeyên perlementoya Îraqê de, bizavên dixwazin rola kurdî di prosesa siyasî ya Îraqa Federal a nuh de lawaz bikin bi taybetî derbarî paşeroja siyasî ya bajarê Kerkûk ê kurdistanî. Civînê piştgiriya xwe bi hêzên siyasî û gelêrî re di Herêm Kurdistanê de destnîşan kir ji bona parastina vê wergirtina dîrokî yê girîng.

Civînê rewşa siyasî li Tirkî û Bakurê Kurdistanê jî gotebêj kir û pêşveçûna balkêş di doza kurdî de li wir di riya projeya AKP "Projeya Vekirina Demokratîk" gava çareseriya siyasî xwe li hukumata tirk ferz kir û êdî derfet ji rijandina xwînê li her du aliyan û xwebadanê re nema.

Ji bona Rojhilata Kurdistanê civînê dît ku bingeha pêşxistina têkoşînê ji ber bi keystir e, bi taybetî di pey hilbijartinên perlemanî li Îranê hêzên xwedî daxwazên reform û guhertinê berz bûn, lê tevî ku mebesta wan hêzan ji guhertinê çi be ji hêlekê ve wan karibû rejêmê têxin cihekî teng û ji hêleke din ve rejêma îranî ji ber zextên dervayî dikêşîne ji ber rikdariya xwe bi toximandina yuranyom. Civînê siyaseta sitemkarî û eşkenceyê ya ku rejêma meleyan dijî xebatkarên kurd pêk tîne û bi taybetî prosesên dardakirinê.

Civînê bal kişand ser rewşa siyasî li Sûrî û Başûr-rojavayî Kurdistanê. Di van demên dawî de lihevhatina berjewendiyên emrîkî – ewropî di gel ên rejêma sûrî bendên dorpêçkirinê li ser wê kêm kirin. Lewra rejêma sûrî di riya vê fersendê li ser dirêjkirina temenê xwe dixebite, ji aliyekî ve bizav dike bi Srayîl re derbasî giftûgoyên rastexo bibe û ji hêleke din ve hewl dide ku ji rola tirkî ya nuh li herêmê kêr bike. Civatiyan teqeze kir ku vê dorvekirinê li ser rejêma sûriyê jê re dest ji ber hundir berda der mafê hêzên opizisyonê û zêdekirina girtiyan wan ji kurd û ereban di zindanên xwe de, lewra civînê destnîşanî girîngiya hevgirtineke siyasî di navbera aliyên tevgera kurd kir di bin çi navî de be bila bibe: yekîtî dibe, lêveger dibe encûmana niştimanî dibe nav ne xem e, lê xala girîng ku rêkxistin û saziyên civaka sivîl û kesayetiyên reşenbîr bi hev re bigihêjin formekê ji hevgirtinê.

Derbarî Rêkeftina Demokratîk, civînê dît ku ew beşekî girîng e ji tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê û ew xwedî keleporeke siyasî mezin e bi xêra pakrewanên ku xûn dan pêk hat di pêvajoya xebata xwe de. Civatiyan piştvaniya xwe ji vê pêvajoyê re anîn ziman heya armancên rewa yên gelê me li vê herêmê ji Kurdistanê bi cih tên, û bal kişandin pirsgirêk û tengaviyên ku tên pêşiya wê. Piştî ku kuştinên bi xinisî û xelaskirinê dijî rêberên Rêkeftinê rawestiya, di pêşiya wan de pakrewan Kemal ŞAHÎN, dest bi xelaskirina Rêkeftinê ji hundir ve kirin di riya xerakiria rasteqîna nasnameya Rêkeftinê ya siyasî û qelpkirina wê li gor berjewendiyên hindek alî. Ji kongera dudan û vir ve me tê dernexist ku bona çi ev alî xwestin lêkdanekê bigihînin nasnameya Rêkeftinê ya siyasî û sitratîjiya xwe û mixabin heya niha rêxistina me ji ber wan kiryaran dikişînin.

Di 25 – 11 – 2009an de daxuyaniyeke qelp (ne durust) di internetê de hat weşandin qaşo qalî lidarxistina kongera me ya sêwem dike, lê em agehdar dikin ku ew nûçe ne durust e û kongera qaşo ne rewa ye ji ber seroketiya rastîn tê de tune bû ji pêvî Fewzî ŞENGALÎ û Salih SOFÎ û endamên seroketiyê yên din û piraniya rêxistinê hey ji wê tevgerê ku qaşo konger e tune bû. Lewra civatiyan ev tevger a zir a qelp şermaza kir ku ev tevger mebesta xwe bombekirina pêvajoya Rêkeftinê ye, loma civînê bal kişand girîngiya lezkirina lidarxistina kongera Rêkeftinê ya sêwem bi amadebûna hemû endamên seroketiyê tevî endamên dererê derketî ji pêvajoya Rêkeftinê bona hemû endamên xwedî sûc werin hesavkirin.

Li dawî civatî gîhan çend encam û tembe û yê herî girîng ji wan: derewderxistin û nepejirandina lidarxistina qaşo kongera sêwem a ku di 25 – 12 – 2009an de hatiye ragihandin, û aşkerekirina vê kiryarê weku dererêyî ji pêvajoya Rêkeftinê, û di encamê de lezandina lidarxistina kongera sêwem a rewa û vexwadina hemî endam û heval û rêberên Rêkeftinê ji bona amadebûna kongera sêwem.

RÊKEFTINA DEMOKRATÎK A DEMOKRATÎK A KURD Ê SÛRÎ.

8 – 12 – 2009

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net