Soparo: Ev sê roj in, ku komeleya Kurdên Sûriyê li Newîcê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dar xistine û gelek partî, rêxistin, komeleyên kurdî û biyanî piştgiriya wan kirine, da ku Nerwîc penaberên Kurd bi zorê venegerîne Sûriyê û êdî careke din li yasayên xwe yên derbarê rewşa penaberan vegere.
Hate ragihandin ku Partiya Soran an Nerwîcê piştgiriya Kurdên Sûriyê û çalakvanên greva birçîbûnê bi nameyekê kir. Piştî vê piştgiriyê pirsgirêkek kete navber wê û Partiya Pêşverû ya Perlemanî ya Nerwîcê. Partiya Pêşverû Kurdên Sûriyê û Partiya Soran a Nerwîcê bi (Tewankariyeke mezin) tewanbar kir, ku ew hinek penaberên ne rewa li ser xaka Nerwîc diparêzin û vedişêrin, û divê asayîşên Nerwîcê van penaberên ne rewa binçav bike, ji ber ku yasayên parastinê li ser wan pêk nayên û divê ku ew bo Sûriyê bêne vegerandin.
Ji ber vê sedemê Komeleya Kurdên Sûriyê li Nerwîcê hemû çalakvanên, ku hîna mafê penaberiyê bi dest ne xistine ji cihê çalakiyê dûr xistin. Komeleyê ragihand, ku ew dê aniha di rêne yasayî re li dijî helwesta Partiya Pêşverû derkevin.
Tê zanîn ku Partiya Pêşverû ya Perlemanî ya Nerwîcê duyemîn partî ye, ku helwest û boçûnên wê lagir û nijadperest in. Herwiha Partiyên Çep, Sor, Kes û ya Sosyalîst a Demoqrat li Nerwîcê dilxwazê mfên mirov in û piştgiriya gelên bindest wek gelê Kurd dikin