| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Hêza kurdan bûye cazîbe ji bo grûbên îraqî
[17:42 , 24 Jan 2010]

Sedemê ku aliyên siyasî yên îraqê dixwazin bi kurdan re piştî hilbijartinan cepheyekê ava bikin, rola kurdan ya bi bandor li Îraqê ye. Kurd di Iraqê de bi bandor e û kurd di Iraqê de xwedî giranî ne,

 

Parlamnterê Kurd yê Parlamntoya Îraqê Mahmûd Osman dibêje Sedemê ku aliyên siyasî yên îraqê dixwazin bi kurdan re piştî hilbijartinan cepheyekê ava bikin, rola kurdan ya bi bandor li Îraqê ye. Kurd di Iraqê de bi bandor e û kurd di Iraqê de xwedî giranî ne, alîyên prosesa siyasîya Iraqê û lîstên wan xwe nêzîkî herêma kurdistanê dikin û dixwazin peywendîyên xwe bi herêma kurdistanê re xweş bikin.

 



Osman dibêje Wek nimûne jî, di vê dawîyê de serokên çend partî û alîyên siyasî yên Iraqê, serdana herêma kurdistanê kirin û bi berpirsên bilind yên herêma kurdistanê re hevdîtin û cîvînan pêk anîn.

 

Dr. Mahmud Osman dibêje dema serokê Encûmena Bilind ya Islamîya Iraqê Emmar El- Hekîm serdana herêma kurdistanê kir, pêşniyarek jî pêşkêşî serokatîya herêma kurdistanê kir, ku Cepheyeke niştimanîya berfireh bi beşdarbûna kurdan bê damezrandin.

 


Osman wisa dom kir " Mebesta damezrandina vê cepheya niştimanîya berfireh ew e, ku bi alîkarîya vê cepheyê rewşa siyasî ya Iraqê di paşerojê de xweş bibe. Her du partîyên desthilatdarên herêma kurdistanê PDK û YNK jî bi vê pêşniyarê re bûn, Lê ji ber ku kareke mezin û berfireh jî ji vê cepheyê re pêwîst e, hat pêşniyarkirin ku ev cephe piştî hilbijartinan bê damezrandin."

 

Dr. Mehmûd Osman li ser mijara pêkanîna cepheyan û hevpeymanîyan jî weha got " kurdan bîr û nerînên xwe yên di vê mijarê de dane xuyakirin. Ê kurd piştî hilbijartinan diyalogan li ser cephe an jî hevpeymaniyan bikin. Wek nimûne jî, Emmar El- Hekîm gotiye ku divê maddeya 140 pêk bê û pişgiriya herêma Kurdistanê jî dike. Emmar El- Hekîm jî dixwaze ku herêmeka federal a wek herêma kurdistanê, li başûrê Iraqê jî hebe. Lê hêzên din yên Iraqî yên ku serdana herêma kurdistanê kirine, ne gelekî bi federalizmê re ne. Ev hêz û alîyên Iraqê ne bawerîya wan bi federalizmê û ne jî bi pêkanîna madeya 140- tê. Ew ne dixwazin Iraq xwedî sistemek federal be û ne jî dixwazin maddeya 140 pêk bê. "

 

 

 

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net